Verdammt Wie Sehr Ich Dich Liebe !!
Aber Du Begreifst Es Nicht !!
Und Das Tuht Mir Inerlich Sehr Sehr Weh !!


Hevi


Min di jîyana xwe de
sê tist hez kir, TE,
DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN,
min TE hez kir,
çimki ew TU bû, min
DILÊ XWE hez kir,
çimki wê jî te hez
kiribû, û HÊVÎKIRIN,
çimki ez hêvi dikim,
TU min rojek hez
bikî û bê HÊVÎ
nehele



ÇAVRESA MIN

Ez çavê te mêze
dikim, Stêrkek
dibînim, Ez nizanim,
Ew ez im , ez nîn
im, Ger ew ez bim,
ez naxwazim ew stêrk
ti rojek roniya xwe
wînda bike çavresa
min –{@


EVÎN

Navê te evîn, TU bi
xwe evînek î, roja
min te dît, min ne
tenê te naz kir, min
evîna xwe jî naz kir,
ez ne te, ne jî
evîna xwe dixwazim
wînda bikim, TU û
EVÎN bo min dil û
can in, dil bê can,
can jî bê dil nabe
evîna min –{@

KEJÊ

Tayên porên te wekî
tava rojîn in,
dibirikin, tarîyê
ronî dikin, çavên te
yên hêþîn wekî gulên
hêsîn in ên li ser
erdê, TU ronîya çavê
min î, ne çavê min
bê roniya xwe dikare
bibîne, ne jî ez
dikarim bê te bijîm
–{@


Ez û Tu, erd û
ezman, em ji hev dûr
ketinin, kî me dûr
xist ? ez ezman bim,
tu erd , emê xwe
dîsa bigihînin
hevûdu


HÊSIRÊN ÇAVÊN TE

Megrî megrî, hêsirên
çavên te erd û ezman
bin avê de hiþt,
bêje, delala min,
bêje, evîna min,
bêje, çavresa min,
çima ew hêsiran ji
çavê te dirijin, ez
dilê xwe jê bikim û
berbend bikim, xwîna
dilê min birije, lê
bila ew hêsirên
çavên te nerijin –{@


ROJDA

Te roj da min, te
ronî da min, te dil
da min, te evîn da
min, ROJDA , xwedê,
te bo min daye


GULA MIN

Gula min, gula sor,
gula zer, gula kesk,
TU gula nîsana kurd
û kurdistan î. Ez ne
te, ne jî kurd û
kurdistan berdidim,
min we kiriye dil û
can –{@


Tu ketîyî xewnên
min, tu ketîye dilê
min, tu ketîye ruhê
min, ez çi bikim ?


Ji te dûr im, te
nabînim. Li ser te
ez ciger xwîn im. Çi
bêjim ko nikarim
bêm, di îro tu cem
min nîn î,
CIGERXWÎNA MIN


KÎ ME EZ ?

Ez im ez, bo te
dinalim, bo te
dimrim, ez bo te
dihelim, TE min tenê
hiþtîye, te min bê
dil hiþtîye, li te
digerim , nabînim,
ez bê te najîm,
nejîyam û ezê
nikaribim bijîm ger
tu neyî


Eger rojek lêvên te
ziwa bin, ez bo te
çem û newalan tînim,
eger rojek çavên te
tarî bin, ezê bo te
tav û roj bînim,
eger rojek te evînek
geriye, ezê bo te
xwe û dilê xwe bînim


Eger rojek te bo min
got, erê, tu
bizanibî, ew roj bo
min roja rojbûn
dayikbûn e.


Min xwast, ez te ji
bîr bikim, wexta
çavê te hat bîra
min, min wê çaxê
dizanibû, ez nikarim
te ji bîr bikim,
çimki, tu ronîya
çavê min î, tav û
roj, ez û tu


Wexta tu bawer nakî,
ez bi devê xwe
dibêjim, EZ TE HEZ
DIKIM; wê çaxê li
çavê min mêze bikî û
bixwine; EW TE HEZ
DIKE; BAWER BIKE


Eger rojek em li cem
xwedê hat cem hev û
xwedê ji min pirs
kir, tu çima li dû
min nehatîye, wê
çaxê ezê bêjim, min
biborîne; EVÎNA MIN
(TU) ser û dilê min
biribû, ez li dû wê
çûm, TU ( xwedê) min
diþewutînî
naþewutînî tu dizanî


Ez jîyana xwe de du
kor naz dikim, yek
EZ, ji evîna te kor
bû me, yekê din
nabînim, yek jî TU,
tu nabînî, ez te
çiqas hez dikim


Eger tu dixwazî
bizanibî, ez te
çiqas hez dikim, wê
çaxê dest bavêje ser
dilopên baranan,
dilopên te girtiye,
ewqas tu min hez
dikî, dilopên te
negirtiye, ewqas jî
ez te hez dikim


Eger tu GULEK di nav
çolên afrîka-sahara
be, ez dîsa te
bernadim û bi
hêsirên çavê xwe av
dikim, jîyan didim
te û xwe


AGIR

Ma agira bûye arî
dîsa diþewute ? Ma
ava bûye berf dewam
diheriqe ? Ev çavên
ji te hez kirine û
te dîtîye, çawa
dikare yekê din hez
bike û bibîne ?


Eger qelem/pênûs ji
destê min bigrin û
nehêlin ez
binivsînim, wê çaxê
ez canê xwe dibirim
û dinivîsim; EZ TE
HEZ DIKIM, kesek
nikare me biqetînin


Eger þev û roj ewqas
dirêj bin, çawa ez
te difikrim, ewê ne
roj , ne jî þev
were, ez her dem te
difikrim, min þev û
roj biserûbin kiriye


Ewqas ez ji te hez
dikim, min ji xwedê
hez bikira, xwedê
min dikir pêximber,
lê TU ? te min çi
dikir ?


STÊRK

Tu wekî stêrkên
ezmanan, ronî, rind
û dibiriqî, lê ez
bêjim, ew bi sedan
in, lê TU bo min yek
î, STÊRKA MIN


Eger tu hêsirek di
çavê min ba, ez qet
nedigirîyam, ji bo
ku, ez te carek jî
winda nekim


Min dixwast ez gulek
bam, ji bo ku , te
min carek bêhn
bikira, ez biketama
dilê te û qet
derneketema heta
mirinê


Dîsa þevek dirêj bê
xewn, dîsa tenê TE
difikirîm, dîsa
êvarê girîyam, dîsa
sibe bû, min digot
belkî her tiþt
bidawîbû, lê ev hat
hêþ û mejûyê min; Ez
TE dîsa hez dikim,
ez bê te nikarim


Hîva li ser ezman
tenê bo te dibiriqe
û dibêje; MIN ji bîr
meke, Ew bo TE
agahîyek tîne û
zirav zirav gûhê te
de dibêje; Xewnên
xwe de min bibîne


Ez kûr kûr wêneya te
mêze dikim, dixwazim
TU li vir be, lê TU
ne li vir î, ji min
dûr î, birîna min
kûr e


Tu evîn hez dikî, ji
evîn evîntir evîna
min e, ji hezkirina
min hezkirintir dîsa
hezkirina min e


Tu pirr keçik bibînî
û tu bawer dikî ew
TE hez dikin, lê tu
bizanibî, ji min
zêdetîrn kesek TE
hez nake


TU STRANEK DEH CARAN
GUHDARÎ DIKÎ Û TU
TEZE DIBÎNÎ EW STRAN
ÇIQAS XWESIK E, TU
ZÎLAMEK NAZ DIKÎ, TE
WÎ BELKÎ HER ROJ
DÎTÎYE; LÊ TU TEZE
DERDIXÎ; TU WÎ HEZ
DIKÎ Û EW JÎ EZ IM
---{@


Ez te pirr hez
dikim, dilê min bo
TE pirr germ dibe,
nizanim çawa ji te
re bêjim ? Nizanim
tu jî min hez dikî
nakî ?


EZ SÊ GULAN BO TE
DISÎNIM; GULA ZER BO
BASBÛNA TE; GULA
HÊSÎN BO DÎSA DÎTINA
TE, Û GULA DAWÎN JÎ
hêdi-zirav BI TIRS
DISÎNIM Û DIBÊJIM;
EZ TE HEZ DIKIM,
çavresa min ---{@



Eger tu hêsirek çav
biba, ez ti car
nedigirîyam, ji bo
ku ez te wînda
nekim, lê min
nikarîbû hêsirên
çavê xwe bigirta ?
Ma min te wînda kir
?

 


 
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden